Аудан жаңалықтарыҚоғамРухани Жаңғыру

Kinyaz Mîrzoyêv:Dilê min bona mirovatîyê dikute

Pirtûkeke delal ser kar û jîyana akademîsyanê kurd bi sernivîsarа «Dilê min bona mirovatîyê dikute», ji alîyê weşanxaneya ”Ұлагат”a Zanîngeha Qazaxistanê ya ser navê Abay, bi zimanê rûsî berhemeke weke 200 rûpelî derketîye.

Ango, jîyan û karkirina Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv ewqas dewlemend, berhemdar û dagirtî ye, ku kitêbeke ewqas pirrûpelê jê derketîye.

Amadekarên kitêbê rojnamevana profesyonal Lyûdmîla Makarênko û keça Kinyaz – Teymîna Mîrzoyêva ye, ku doktora bizîşkîyêye û endama komîtêya alîyê xebata bi jinên kurd ra ya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”e.

Ji pirtûkê xwendevan pê dihesin, ku zanyar-rohilatzan Kinyazê Îbrahîm Karmendê Şerefê yê Komara Qazaxistanêye, doktorê fîlologîyê, profêsorê Akademîya Navnetewî ya Zanyarî û Akademîya Zanyarîyên Xwezayîye, bûye serwêrê kafedra Fîlologîya Rohilatê û prorektorê Zanîngehê, 50 salên jîyana xwe daye karê zanyarîyê û perwerdeyê.

Wî heta niha 500 xebatên zanyarî û 30 pirtûkên ulmî dane çapkirin.

Kinyazê Îbrahîm endamê rêvebirîya Assamblêya Gelên Qazaxistanêye, ku serokkomar Nûrsûltan Nazarvayêv serokatî lê dike û Kinyaz cîgirê wîye.

Ew herwiha serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”e ye.

Piştî derketina vê kitêbê, Kinyazê Îbrahîm berhemeke delal ya zanyarî-edebî bi kurdî, bi du cildeyan, bi sernavê ”Kurd: Dîrok û dema nû. Mîrata kurdan a çandî” weşand.

Басқа жаңалықтар

Back to top button